Piczo

Log in!
Stay Signed In
Do you want to access your site more quickly on this computer? Check this box, and your username and password will be remembered for two weeks. Click logout to turn this off.

Stay Safe
Do not check this box if you are using a public computer. You don't want anyone seeing your personal info or messing with your site.
Ok, I got it
Û Roj'ek hat û êdî qadên berê têra girseyan nekir û man xalî...
Ev malper, li gorî daxwazên mêvanan, her tim tê nûkirin û beşên nû lê tên zêdekirin. Ji kerema xwe re her tim bişopînin.
My Friends
Wêneyên Newrozê
My Pages
Belê qadên berê êdî biçûk dihatin û xalî bûn... Bi awayekî bêdeng, girseyên ku ber bi qadên nû yên bêsînor ve diherikîn, temaşe dikirin.
Dimeşiya gel... bi kîna ji sedê salan mayî... bi çoşa ku ji hêviya dahatûyê dihat... bi xwîna keliyayî ku li ber zîqezîqên deriyan jî ew radikirin govendan... û bi bawerî...
Ew kesên ku di rojên ji rêzê de, bi sed gilî û gazinc ji xewa şîrîn radibûn û bi dilsarî diçûn ser karên xwe, di wê roja pîroz de, bi cilên xwe yên rengorengo û xweşik, bi wan hestên payebilind diçûn hevdîtina digel agirê ku Kawayê Hesinkar vêxistibû û Kawayê Hemdem geş kiribû. Diçûn ku agirê pîroz gurtir bikin, bi wê hêza ku ji hev distandin. Diviyabû agir geştir bibûya.
Rê çiqas teng bûn...
Û ew hest. Ew hestê ku bi yekbûna hemû hestan, laşên jin û zarok û pîr û ciwan digirt. Kî xwe li wê qadê azad hîs nedikir? Azadî di rehjenan de diherikî... nola girseya ber bi qada azadiyê ve diherikî.
Ew ciyê ku êdî nav lê bûbû "Qada Newrozê" lawên Agir û Rojê hembêz dikir. Lawên Agir û Rojê dest bi "govenda azadiyê" dikirin û ji bo ku deng û vîna wan bê bihîstin, diqîriyan. Bi wêne û posterên Rêber û şehîdên vê axê, dirûşmên wekheviyê berz dikirin.
Û hinekên wan, dema li bin siya Ala Rengîn ji bo ku bibin haciyên Newrozê li dora agirê Newrozê digeriyan, Newroza hev pîroz dikirin.

Newroz Pîroz Be!

Amed Ç. Jiyan